dcsimg

Bacansork ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Bacana sor, bacansork, fireng (Solanum lycopersicum), fêkiyek e. Di çîna Solanum a famîleya dendûreşkan (Solanaceae) de cih digire. Berên firengan sifte yên kesk in. Firengê kesk dibin tirşîn. Paşê sor dibin. Firengê sor, ter sifte, dibin aqît an merge, di xwarin û seleteyan da tê bikaranîn.

Fireng riwekeke biharê ye. Sewê ku di zivistanê da jî firengan bikarbînin, firengên bejî hişk dikin. Li Kurdistanê çend cureyên xwe hene.

Bi qasî 2500 cureyên fringiyê hatine hejmartin û tomarkirin. Li Kurdistanê çandiniya hinekan tê kirin. Lê ji ber ku li ser floraya Kurdistanê xebatekê nehatiye kirin, bikategorîkirina wan jî dijwar e.

  • Firenga bejî: fêkiyên çirtik çirtikî dibin û pirr gir nabin. Tamê xwe yên mize (tirşoqî) ne.
  • Firengê avî: wek firengê bejî ne lê fêkiyên xwe pir jê girtir dibin.
  • Firenga dolmeyan: (bi îngilîzî: plum tomato) Fêkiyên xwe drûjnik dibin.
  • Cirtetan: (bi îngilîzî: cherry tomato) berên xwe biçûk wek gêlyazan dibin.

Navên cuda yên firengî û bacanê sor

  • Balcanê sor
  • Domates
  • Fireng
  • Firengî
  • Frengî
  • Fringî
  • Pamîdor
  • Şamik
  • Tamatêz
  • Tomates

Çavkanî

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê

Bacansork: Brief Summary ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Bacana sor, bacansork, fireng (Solanum lycopersicum), fêkiyek e. Di çîna Solanum a famîleya dendûreşkan (Solanaceae) de cih digire. Berên firengan sifte yên kesk in. Firengê kesk dibin tirşîn. Paşê sor dibin. Firengê sor, ter sifte, dibin aqît an merge, di xwarin û seleteyan da tê bikaranîn.

Fireng riwekeke biharê ye. Sewê ku di zivistanê da jî firengan bikarbînin, firengên bejî hişk dikin. Li Kurdistanê çend cureyên xwe hene.

Bi qasî 2500 cureyên fringiyê hatine hejmartin û tomarkirin. Li Kurdistanê çandiniya hinekan tê kirin. Lê ji ber ku li ser floraya Kurdistanê xebatekê nehatiye kirin, bikategorîkirina wan jî dijwar e.

Firenga bejî: fêkiyên çirtik çirtikî dibin û pirr gir nabin. Tamê xwe yên mize (tirşoqî) ne. Firengê avî: wek firengê bejî ne lê fêkiyên xwe pir jê girtir dibin. Firenga dolmeyan: (bi îngilîzî: plum tomato) Fêkiyên xwe drûjnik dibin. Cirtetan: (bi îngilîzî: cherry tomato) berên xwe biçûk wek gêlyazan dibin.
license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê