Şabaz, şahbaz an terlan (Accipiter gentilis), (bi îngilîzî Goshawk ku wateya wê bazê qaz), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e. Zaneyarê swêdî Linnaeus cureyê şabazê şayes û danasîn kiribû sala 1758an di pirtûka xwe Systema naturae di bin navê zanistî (Accipiter gentilis) de.
Şabaz, ew balindeyê tewr mezintir di cinsê baziyan (Accipiter) de.[3] Dirêjiya şabazê nêr tevî baskên wî di navbera 89- 105 cm û dirêjiya şabazê mê tevî baskan, di navbera 108- 127 cm.[4] Giraniyê nêr di navbera 500 -1200 graman, lê giraniya mê di navbera 820 -2200 graman. Şabazê mê ji nêr bi gelemperî girse û girantir e. Baskên şabaz kurt û pan in. Dûvika wî dirêj û rengê wê qehweyî tarî an reş e. Kulabên wî tûj û hêzdar in. Rengê beşê jor ji laşê şabaz, hêşîn gewr e û beşê jêr sipî ye. Rengê şabazê ciwan an biçûk qehweyî di beşê jor û qehweyî vekirî di beşê jêr de. Rengê çavên şabazê biçûk zerê vekirî ne, lê rengê çavên şabazê mest pirtiqalî ne bi xizikên sipî.
Şabaz li daristanê ku darên wan kevnar in dijî û bi taybetî, çalakiyên mirovan lê hindik bin.[5][6]
Şabaz balinde û guhandarên biçûk nêçîr dike gor guherîna ciyê daristanan. Lezbûn û hezdarî, alikariyê şabazê dike ji bo nêçîr kirinê. Li Amerîkayê bakur, şabaz dikanê werdeka kovî, qelereşkê amerîkanî, kergoşkê kovî bi solên berfîn û sihorê sor bixwe.[7][8][9] Lê nêçîrên din ji balindeyan ku şabaz dixwe, kotirî, kevok tîtav, kew, werdeka kovî, qaqlîbaz,darkutok, qijak, çûkê avê û gelek cureyên fîkarên bera gor herêmê belavbûnê.Nêçîrê şabazê ji guhandaran ew in: kerguh, kergoşkê kovî, sihorê daran, sihorê erdê, kojerê çîpmunk, cirdon, mişk, kûze û hinek guhandarên din. Bi gelemperî, şabaz nêçîrê canewerên ku ji wî biçûktir dike.[4] Herwiha,şabaz dikanê rawirên ku ji wî girstir bikuje weke qaz, rakûn, rûvî û kegoşkên koviyên girs.[4][10]
Şabaz, şahbaz an terlan (Accipiter gentilis), (bi îngilîzî Goshawk ku wateya wê bazê qaz), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e. Zaneyarê swêdî Linnaeus cureyê şabazê şayes û danasîn kiribû sala 1758an di pirtûka xwe Systema naturae di bin navê zanistî (Accipiter gentilis) de.