dcsimg

Rihan ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Rihan, toprihan, merzekew, rihana maran (Ocimum basilicum) riwekek ji famîleya gezika derewîn e. Biharbehnek e û di pêjgeha kurd de herwiha tê bikaranîn. Yeksalane ye, ji hewaya nermayiyê hez dike. Merzekewa gihîştî 20-60 cm bilind dibe. Rengê wê kesk e.

Bêhna wê mêşan direvîne. Him bi xavî, him jî wekî biharatê tê xwarin. Ji ber ku zû tehma xwe winda dike, baştir e mirov berî bi bidawîbûna kelandinê (yan pijandin, biraştinê) tevlî xwarinan bike. Li malan di kulbikan da diçînin. Ku meriv destî xwe rûyê dixe bihînê xweş belav dibe.

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê