Bîhok, bihok an jî bih (lat.:Cydonia oblonga) navê riwekekê ye ku dara wê dikare 3-6 metroyan bilind bibe.[1] Dareke kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û pembeyî ne. Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêkiya wê weke sêvan û hirmiyan e, lê ji wan mezintir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.
Fêkiyên bihan ji dema Akadiyan ve tên zanîn.[2] Welatê wê bi esehî ne kifş e, lê welatên wê weke Kurdistan, Ûzbekistan, Tacîkistan, Îran, Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Pakistan, Afxanistan tê pejirandin.
Bîhok, bihok an jî bih (lat.:Cydonia oblonga) navê riwekekê ye ku dara wê dikare 3-6 metroyan bilind bibe. Dareke kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û pembeyî ne. Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêkiya wê weke sêvan û hirmiyan e, lê ji wan mezintir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.