Şehlûr, şalûl, şalûr, şarûn an şahlûrê Ewropayê (Merops apiaster), cureyekî çûkên mozxwer an mêşxweran (Meropidae) e ku koçber û pirr-reng e.
Li ser çavê wî kilek reş û li bin qirika wî jî xetek reş he ye. Nikulê wî yê reş û dirêj hinek berjêr ve ye. Bazikên wî sertûj, teriya wî dirêj e. Fira wî pêlane ye û di firînê axilbe difîkîne.
Şehlûrê nêr dema bixwaze nêzikî ya mê bibe divê mêşek hingiv zevt bike û jê re diyarî bike. Şalûla mê heyta ku vê mêşê nexwe nahêle yê nêr nêzî bibe û têkeve têkiliya cinsî. Hêlina xwe li nêzî avan li cihên ji aliyê kêzan ve dewlemend di qûmê de çêdike. Hêlîna wan teng û dirêj e. Carinan dirêjiya hêlînê 2 m jî derbas dike.Şehlûr li çolan dijîn.
Şehlûr mêş û mûr, moz û kurman dixwe.
Şehlûr ji Bismilê
Şehlûr, şalûl, şalûr, şarûn an şahlûrê Ewropayê (Merops apiaster), cureyekî çûkên mozxwer an mêşxweran (Meropidae) e ku koçber û pirr-reng e.