Kûz, qûz an kûzeyê daran (Martes martes), cureyekî kûzeyên biçûk ku xweciyê Ewropayê û hinek herêmên Asyayê wek Kurdistan, Tirkiyê, Îraq û Îranê ye.
Dirêjiya kûzê nêzî 53 cm û dirêjiya dûvikên wê bi pirç ger 25 cm be. Nêr ji mê mestir e. Giraniya kûzê nêzî 1.5 kilograman. Rengê kûzê qehweyî tarî ye û deqên zer ser qitika wê hene.
Kûz li daristanan dijî ye ku malên xwe di kunên daran de ava dike.
Kûz çûk,hêkên balindeyan, beq,candekên lawirên mirî, mêş û mûr, sihorê gewr û guhandarên biçûktir dixwe.Lê kûz mêwe, hingiv û fistiqan jî dixwe.
Kûz ta temenê 18 dijî dema ku girtî be, lê li bejî yê ta 8 an 10 salan dijî ye.
Kûz, qûz an kûzeyê daran (Martes martes), cureyekî kûzeyên biçûk ku xweciyê Ewropayê û hinek herêmên Asyayê wek Kurdistan, Tirkiyê, Îraq û Îranê ye.