Zengilok, serxwînk, zengulîtik, kilîl milîl, çûka mastî, silivî an jî şivanok ku gelek navên wê hene (Carduelis carduelis), cureyekî serstrîkan (Fringillidae) e.
Zengilok 12 cm dirêj e. Enî û erzing sor in. Tokek spî di ser berçêlikêre ye li semta guhikan heta perê kulovanka serî diçe. Piniyeke qehwayiya vekirî li singî û teniştan e. Kulovanka serî heta piştpatikê reş e. Du gîxên reş jê şor dibine herdû rexên stûyî. Pişt qehwayiyekî xwelîkî yê vekirî ye. Çeng reş in û qaneke zêrîn û hindek gîxên spî li şaperan e. Kurî reş e rexên perên wê spî ne. Spîlka çavan qehwayiyekî tarî ye. Nikul sorşekirekî pêtînê teniş qehwayî ye. Pê sorşekirekî vekirî ne. Mê û nêr rengek in; yê nêr ji rengî ve piçekê zîqtir e.
Têjik ji serî ve xwelîkiyekî gewr e, gîx û ravên qehwayî li banê serî û patikê û piştpatikê ne, demê wî soratî lê nîne.
Li Kurdistanê (li nîv çiyayan) xwecih e û zivistanan ji serè çiriya duyê heta dûmahiya nîsanê li deştan ref ref li mêrg û reviyên bi dexel û têr strîzerik (cureyekî strî ye) xweş dihê dîtin.
Bişkojikên gil û giyayî û tovê striyan dixwe.
Hêlînên xwe li ser darên bilind çêdike û têjikan jî li navçiyayan tên der.
Li Tirkiye û Kîprosê û rojhilata nêzîk û bakurê Îraqê heta çiyayên Zagrosê têjikan tîne der. Zivistanan ber bi nişîv heta Sînayê li Misrê û heta bakurê Erebistana Siyûdî diçe.
Zengilok, serxwînk, zengulîtik, kilîl milîl, çûka mastî, silivî an jî şivanok ku gelek navên wê hene (Carduelis carduelis), cureyekî serstrîkan (Fringillidae) e.