Qirmiraviya reş an qirmeraviya reş[1] an kersele[2][3] an jî qîtik[4] (bi latînî: Phalacrocorax carbo), cureyekî qirmiraviyan e.
Hindek balindeyên avî yên mezin, nikul û kilikdirêj in. Per û çeng reş in. Pê bi perde ye. Serê nikulê wan xwar e. Ref ref difirin. Dema bêhnvedanê çengên xwe şor dikin û behra pitir li cihên bilind bo bêhnvedanê dilîsin. Nêr û mê rengek in. Qirmiraviyên reş li ser daran yan li ser rizde û revezan hêlînan çêdikin. Qirmiraviya reş 90-92 sentîmetreyan dirêj e. Balindeyeke avî yê mezin û reş e. Alek û gewrî spî ne. Bi çengşorî dadide. Dema firînê li pişt yek dibine kêş. Komkome dijîn.
Di derya û gol û geravan de ne û li ser tateber û gizîrteyên nav deryayê, herwisa li ser daran, hêlînan çêdikin. Zivistanan mişe ye. Piniyeke spî li binhefik û alekan heye. Çav kesk in û nikul qehwayiyekî tarî ye. Pê reş e. Zivistanan qesta Kurdistanê dike ji heyva heşt û nehê heta nîsanê li gol û geravên kûr û fireh dihê dîtin. Li nîveka Ewropayê û başûrê wê û Asyayê û li Tûnisê têjikan tîne derê. Zivistanan xwe dibe peravê bakurê rojava ya Afrîkayê û peravên erebî û Îraqê.
Xwarina wan masî û beq û lawirên avî yên ku çoç in. Li Kurdistanê cureyek bi tenê hatiye dîtin.
Qirmiraviya reş an qirmeraviya reş an kersele an jî qîtik (bi latînî: Phalacrocorax carbo), cureyekî qirmiraviyan e.