Keftar, kemtiyar, eftar, heftar an jî heftiyar (Hyaenidae), famîleyekî guhandarên goştxweran. Li Kurdistanê li deşt û çiyayên nizim dijîn; li çolên Erebistan, Afrîka û Asyayê jî têne dîtin. Di qulên kûr, nev keviran û bin keviran dijîn.
Tevî ku keftar ji aliyê fîziyolojiyê ve çend rûdemin ku mîna famîleya kuçikan wek gur, kûçik, rûvî, hwd., xuya dikin, lê famîleyeke serbixwe çêdikin: ji famîleya Herpestidae wek banbankeyê nêzîktir in.
Keftar xwedî lem û diranên tewr û tûj e, di şaneşîna ajalan de ku dikare goşt biçirîne. Keftar li gorî dîtina zanistan, weke Meymûnan di nev caneweran ji aliyê awayê nêçîrkirina xwe ve gelekî jîr e.
Di hinek deveran mîna Bagok û Behdînan jêra heftar an heftiyar tête gotin. Çîroka navê wî jî eve ku heft nikarin wî.
Keftarê xêzxêzok (keftarê xêzokî) ku li Kurdistanê têta dîtin wek kûçikekî mezin e. Milên wî bilindtirin û ji ber wê yekê xwar û maro digere.
Tenê digere, rev çê nake û şevger e. Keftar pêz nakuje, kelaxxur e û gelek caran li cihên çepal xwarina xwe peyda dike. Ev keftar di 2016an li gundê Dêrika Miqûrê yê Farqînê hatibû dîtin[çavkanî pêwîst e].
Keftarê deqdeqî (Crocuta crocuta) li Afrîkayê dijî.
Keftarê qehweyî (Parahyaena brunnea) li Afrîkaya başûr tête dîtin.
Keftarê xêzxêzok (Hyaena hyaena), bi tenê ev Keftar li Kurdistanê tête dîtin.