dcsimg

Artîşoka spanî ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages
 src=
Artîşoka bejî
 src=
Cynara cardunculus

Artîşoka spanî, artîşoka bejî, xarpoş[çavkanî pêwîst e] (Cynara cardunculus) cureyekê artîşokê, riwekek ji famîleya stêregulan (Asteraceae) e. Pelên wê bidirî (strîlokî), pirrsalane, bejî ye. Bi qasî 1,5 m bilind dibe. Du cureyên wê hene.

Li Kurdistanê jî digihê. Kurd wekî pincarê biharê berhev dikin, tevlî savarê dikin. Zarok wekî kerengê, ji viya jî benîşt çêdikin. Divê di demekê kurt de bên berhevkirin, lewra qert dibin. Welatê wê devedorê Deryaya Navîn, Kurdistan, Îran, bakurê Afrîkayê ye, lê belavbûyî ye.

Antîdepresîv e?

Tê gotin ku li dijî depresyonê bikêr e. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, bo kesên xemgîn û depresîv, cûtina (kayîna) benîştê wê dihate pêşniyarkirin. Lê xebateke zanistî nîne, baştir e, bi gotin û destûra doktoran bê bikaranîn.

Çavkanî

Girêdan

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê

Artîşoka spanî: Brief Summary ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages
 src= Artîşoka bejî  src= Cynara cardunculus