Sosina Înka, berfiya/zembeqa înkayiyan (Alstroemeria) navê cinsekê riwekan ê famîleya sosinên Înka (Alstroemeriaceae) ye. Ji aliyê Carl von Linné ve bo xatirê riweknasê swêdî Claes Alströmer (1736–1794) bi navê Alstroemeria hatiye navdandin. 40 heya 65 endamên vê riwekê hene.
Ji welatên înkayiyan belav bûye. Beriya ku parzemîna Amerîkayê bê vedîtin, li Amerîkayê wekî Înka, Maya gelek şarezayî pêş ketibûn. Alstroemeria riwekeke pirrsalane ye ku demsalane (werzane) hêşîn e. Ji bo cinsê xwe berdewam bike, kokên xwe zêde dike. Li welatê înkayiyan Amerîkayê gelek tê dîtin. Hin celebên wê tên xwarin.