Sûs, meyan (glycyrrhiza glabra), riwekeke bejî ye, li ser zilekî heşin dibe. Ji famîleya baqilan e. Koka sûsê şîrîn e. Koka wê dikutin û dikin nav avê. Ew av reng digire û wek çayê reşengî dibe. Havînê li bajaran ava sûsê pirr tê firotin.